1. ew platformên ku li valagehê ji bo ku li ser gerdûn û gerestêrk û titşên din ên di valagehê de lêkolînan bikin, hatine danan.. min go valageh lê hemû rawestgehên heta niha hatine danan li ser rêgeha dinyayê hatine danan.. pirraniya enerjiya xwe ji panêlên tavê werdigirin lê dîsa jî bo dem û delîvên teng motorên ku bi enerjiya hîdrojenê dişixulin pê ve hatine danan.. rawestgeha ewil di sala 1971an de ji aliyê ykss (bi navê xwe yê niha rûsya) ve hatiye verêkirin, navê rawestgeha ewil salyut 1 e.. piştî vê rawestgehê ykssê 7 rawestgehên dî jî rêkirine valagehê û ji nav van ya heta niha herî zêde li valagehê mayî mir e.. piştÎ ykssê amerîkayê jî di sala 1973an de cara ewil rawestgeha xwe ya bi navê skylab rêkiriye nava dalan û dehlîzên valagehê.. ev valageha amerÎkayê di sala 1979an de ji atmosfera dinyayê ketiye û piç û parî bûye, çend parçeyên wê hê jî li nasayê tên pêşandan.. |
|
25.06.2014 15:46 |
endazer
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |